Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê kir

"Amerîka bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dinêre"

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 30ê Îlona 2021ê pêşwazî li şandeke Amerîkî ya bi serokatiya Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Îranê Jennifer Gavito kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Herêma Kurdistanê Robert Palladino jî amade bû, rewşa Iraq û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bal kişand ser pêgeha girîng û taybet a Herêma Kurdistanê, ku Amerîka bi girîngî li pêwendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê dinêre û serdana wê jî ji bo dûpatkirina piştevaniya Amerîkayê ye li Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Herêmê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di warê hemecûrekirina çavkaniyên dahatê û avakirina jêrxaneke bihzê a aboriyê de pêşkêş kir.

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û diyaloga stratejîk a Iraq û Amerîkayê û rûbirûbûna gefên terorê, çend mijarên din ên gotûbêjê bûn.