Serokê Delegasyona YE û Tirkiyê serdana Diyarbekirê kir
Nicolaus Meyer Landrut ji aliyê Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirm Murat Yildiz ve li Parêzgariya Diyarbekirê hat pêşwazîkirin.
Diyarbekir (K24) - Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê Nicolaus Meyer Landrut serdana Diyarbekirê kir. Nicolaus Meyer Landrut ji aliyê Cîgirê Parêzgarê Diyarbekirm Murat Yildiz ve li Parêzgariya Diyarbekirê hat pêşwazîkirin.
Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê û Serokê Delegeasyona Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê Nicolaus Meyer Landrut di çarçoveya çend serdan û hevdîtinan de serdana Diyarbekirê kir.
Nicolaus Meyer Landrut ji aliyê Cîgirê Parêzgarê Diyarbekir Murat Yildiz ve li Parêzgariya Diyarbekir hat pêşwazîkirin. Nicolaus Meyer Landrut deftera parêzgariyê îmze kir û ligel Cîgirê Parêzgarê Diyarbekir Murat Yildiz hevdîtinek ku ji çapemeniyê re girtî bû, pêk anî.
Hat zanîn ku Serokê Delegeasyona Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê dê çarçoveya hevdîtinên bi saziyên sivîl re de ligel Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir jî civînekê pêk bîne û ev civîn jî dê ji çapemeniyê re girtî be.
Nicolaus Meyer Landrut berê Balyozê Almanya yê li Fransayê bû û beriya wê jî serşewirmendê Angela Merkel ê têkiliyên li gel Ewropayê bû.