Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji welatiyan daxwaz dike vaksînê werbigrin

"Werin em bi hev re Kurdistanê biparêzin û vaksînê werbigrin"

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de ragihand; zêdetirî milyonek doz vaksîn hatine lêdan, herwiha ji welatiyan daxwaz dike, bi hev re Kurdistanê biparêzin û vaksînê werbigrin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir; proseya lêdana vaksînê li 171 navendên li seranserê Herêma Kurdistanê bi başî birêve diçe.

Mesrûr Barzanî eşkere kir; zêdetirî milyonek doz vaksîn hatine lêdan û 1.5 milyon doz jî hatine dabînkirin. Herwiha ji welatiyan daxwaz kir ku vaksînê werbigrin.


Fly Erbil Advertisment