Mesrûr Barzanî: Pêwîst e rola zanayên olî di belavkirina peyama aştîxwazî û lêborînê de hebe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Dr. Ebdulletîf Ehmed kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Dr. Ebdulletîf Ehmed kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi girîngiya rola zanayên olî yên Kurdistanê di berevaniya li pirsên niştimanî, redkirina hizra tundrewiyê, pêşxistina kultura pêkvejiyanê û tebayîyê di navbera pêkhateyên cuda ên Herêma Kurdistanê de kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku pêwîst e zanayên olî rola xwe ya erênî di hişyarkirina civakê, belavkirina peyama aştîxwaziyê û lêborînê, berevaniya li destkeftên gelê Kurdistanê û parastina aştiya civakî de bibînin.

Hevdîtinê de, Dr. Ebdulletîf Ehmed komek pêşniyazên bi sûde ji bo berjewendiyên giştî û xizmetkirina ol û civakê pêşkêş kirin.

Fly Erbil Advertisment