Azîzê Ay ji bo xeyalên xwe yên werzişî her kedekê dide

Diyarbekir (K24) – Azîze Ay li gel ku hezkirina wê ya ji bo futbolê ji aliyê civakê ve bi bertekan û guman jî hetiye pêwazî kirin, wê dest ji wê xeyala xwe bernedaye û niha yarîzana futbolê ye. Azîze Ay tîne ziman ku heskirina werzişê ji bavê wê derbasî wê buye û ewê jî piştî futbolê bibe rahêrnera futbolê.

Azîze Ay a ku 53 salî ye, her roj sibehî zû tê û li vê kargehê nanpejî dike. Bavê Azîze Ay jî yarêzanê futbolê buye û hêj ku Azîze 3 salî buye, çûye ser dilovaniyê. Lê her çiqas bavê Azîzê neyê bîra wê jî, heskirina bavê wê ya futbolê, bi Azîze re berdewam maye û Azîzê bi heskirina xwe ya werzişê û futbolê bêy ku guhdarîya, qedexe û bertekên hewildoriya xwe bike berdewam kiriye.

Azîze Ay tîne ziman ku bi werzişê xwe bihêz hêst dike û li her ciyekî, werzişa xwe didomîne. Ay radigîne ku li kergeha ku nanpêjî dike jî her ku derfet bibîne werziş dike.

Azîze Ay ji K24ê re got: “Serê siba di 6:0’an de radibim û di 7:00an de jî têm kargehê. Ez liv ê derê nanpêjî dikim. Piştî ku şîvê çê dikim karê min xilas dibe, lê ji 13:30an bişûn de jî li kargehê werziş dikim. Piştî demjimêran 16:00an ku ji kar derdikebim jî diçim seha werzişê ku li nêzîkî mala min e.”

Azîze Ay piştî ku xwarinê amade dike û karê xwe xilas dike; goga xwe hil tîne û ji bo antremanan berê xwe dide sahayên werzişî.  

Azîzê Ay li gundê Tilelo ku bi ser bajarê Diyarbekirê ve, li erd û zeviyan bi goga futbolê radizê û radibe. Piştî ku rojnamevanekî heskirin û baldariya Azîze Ay ya futbolê wek nûçe çê dike, Kuluba Fotbolê ya Diyarbekirê wê vedixwîne û dikeve nav yarîzanên tîma jinan û bi wî rengîi di 48 saliya xwe de, Azîze Ay lisansa futbolîstî werdigre.

Azîzê Ay dibêje: “Ji zarokatiya min ve meraqa min ji bo futbolê hebû. Bavê futbolîst buye. Bûçûkayî dema diçûm dibîstanê jî bi gogê dileyîst im. Wê demê ji min re digotin şerm e, lê min her berxwe da. Nehiştin ku ez biçim fêrî futbolê bibim. Ez li hespê siwar dibûm, diçûm li nav zeviyan bi gogê dileyîst im û dihatim malê. Li malê jî mi torbeyên kayê ji bo boks kirinê bikar dianî. Ez niha di tîma Erganî Makam Sporê de aktif dileyîzim. Ezê îsal jî futbol bileyîzim, lê dixwazim bibim rahênera futbolê.”

Azizê Ay, ji ber hez kirina xwe ya futbolê dibîstan nexwediye, lê ji bo ku bibe rahêner jî pêwistiya wê bi dîplomayê çêbûye û ji bo xatirê futbolê diplomaya xwe jî wergirtîye. Azîze tîne ziman, xeyala wê ew e ku wek rahêra futbolê, rahêneriya tîmên futbolê yên jin bike.