Li Çewlikê 2 karmend di teqînekê de hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Çewlikê yê Bakurê Kurdistanê, di encama teqîna bombeyeke çandî de, 2 karmendan canê xwe jidest dan.
Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê bi daxuayniyeke nivîskî ragihand, dama ku seyareya karmendên kompanya Elektrîkê ji bo çareseriya erizayekî bi rê ve çûne, bombeya ku berê hatiye çandin; hatiye teqandin û 2 karmendan canê xwe jidest dane.
Ew teqemenî ji aliyê kê ve û bi çi armancî hatiye teqandin, hêj nehatiye aşkere kirin.