Rapirsî: PDK wek partiya yekem li ser asta Iraqê dimîne

Navenda Beyan ji bo Lêkolîn û Planê ku navendeke bêalî û neqazencxwaz e, rapirsiyek li ser asta hemû Iraqê encam da.

Hewlêr (K24) – Li gor encamên rapirsiyekê ku li ser asta Iraqê hatiye kirin, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di vê hilbijartinê de jî wek partiya yekem li ser asta Iraqê dimîne.

Navenda Beyan ji bo Lêkolîn û Planê ku navendeke bêalî û neqazencxwaz e û navenda wê li Bexdayê ye, rapirsiyek bi riya telefonê li ser asta hemû Iraqê encam da.

Li gor encamên rapirsiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê ku niha xwediya pirtirîn hejmara kursiyan di Encûmena Nûneran a Iraqê de ye û partiya yekem e, di van hilbijartinê de jî her wek partiya yekem dimîne.

Wek di encamên rapirsiyê de hatiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser asta Iraqê rêjeya % 7.45 a dengan bi dest dixe, bi vê yekê jî wek partiya yekem dimîne.

Ev rapirsî diyar dike, li ser asta Iraqê tenê 3 alî li pêş PDKê ne, ew jî wek hevpeymaniyên ku ji gelek partî û hêzan pêk tên in, wek Hevpeymaniya Saîrûn a Muqteda Sedir bi rêjeya % 14.81, Hevpeymaniya Dewleta Yasa bi rêjeya % 11.83 û Hevpeymaniya Pêşketina Niştimanî ya Mihemed Helbûsî bi rêjeya % 8.98 a dengdan bi dest dixin.

Her çi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di rapirsiyê de % 1.83 ê dengan û Tevgera Goranê jî % 1.53 bi dest dixe, ew her alî di çarçoveya hevpeymaniyekê de beşdarî vê hilbijartinê dibin ku biryar e roja 10ê vê mehê were kirin.