Liverpool û MAN City wekhev bûn û pêşengî dan Chelsea
Navenda Nûçeyan (K24) – Lûtkeya Premier Lîga Îngiltirayê a di navbera Liverpool û Manchester City de bi wekheviyeke dramatîkî (2 - 2) bi dawî bû û Chelsea pêşengî ji her duyan stand.
Di gera heftem a Premier Lîga Îngiltirayê de, şeva borî Liverpool mêvandariya MAN City li stadiuma Anfield kir û lîstik bi encama (2 - 2) bi dawî bû.
Liverpool destpêkê deriyê tomarkirina golan bi riya Sadio Mane di xuleka (59) de vekir. Piştre Phil Foden di xuleka (69) de gola wekheviyê ya MAN City anî. Di xuleka (76) de Mihemed Selah gola duyem a Liverpoolê tomar kir, piştre jî Kevin De Bruyne gola wekheviyê di xuleka (81) anî.
Bi vî awayî, Liverpool bi 15 punan di rêza duyemîn a lîsteya tîmên pêşbirkê de cih girt, MAN City jî bi 14 punan di rêza sêyemîn de ma.
Li hemberê, Chelsea ya bi encama (3 - 1) bi ser Southampton ketiye, bi 16 puanan bû pêşenga Premier Lîga Îngiltirayê.