Parîs: Macron û Blinken civiyan

Serokomariya Fransayê ragihand; Serokê Fransayê Emmanuel Macron ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civînek encam da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomariya Fransayê ragihand; Serokê Fransayê Emmanuel Macron ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken civînek encam da.

Beriya niha Fransa û Awustralya peymana keştiyên noqavê îmze kiribûn, lê paşî Awustralya peymanê xera kiribû û bi Amerîka û Îngîltere re peyman girêdabû.

Li ser vê mijarê navbera Fransa û Amerîkayê ne xweş bû. Lê piştî bûyerê cara pêşîn e ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Blinken û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê rû bi rû hevdîtin kirin.

Koşka Elysee ragihand ku derfet hene têkiliyên navbera her du welatan kûr bikin û bi taybetî têkiliyên di derbarê YE-NATO, Sahel û deverên Hint-Pasîfîkê de hevkariyê bikin. Di daxuyaniyê de hat ragihand ku hevdîtina di navbera Blinken û Macron de dikare di navbera wan de car din baweriyê çêbike.

Antony Blinken jî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku bi Macron re hevdîtineke girîng kiriye. Herwiha di mijara YE, Sahel û Efxanistanê de li ser berjewendiyên ewlehiyê axivîne û dixwazin têkiliyên xwe pêş bixin.

Blinken bi Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian re jî hevdîtin kiriye, di hevdîtinê de li ser heman babetan axivîne.

Peymana navbera Fransa û Awustralyayê bi bihayê 90 milyar dolarê Awustralyayê bû ku dike 66 milyar dolarê Amerîkî ku dê Fransa ji Awustralyayê re 12 keştiyên noqavê yên dizel û bi elektrîkê çêbikira.