Li Rojavayê Kurdistanê 10 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Di çend rojên dawiyê de rêjeya mirina bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê bilind bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 10 kesan canê xwe ji dest dane.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 10 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 233 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 4 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne
Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 29365 kesan, ji wan 2213 kes baş bûne û 978 kesan jî canê xwe ji dest dane.