Nêçîrvan Barzanî bo aliyên Kurdistanî: Werin em yekhelwest bin

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di ahenga bangeşeya PDKê de gotarek pêşkêş kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Ew dema bi ser çûye ku çi aliyek bixwaze bi êrîşkirina li ser PDKê dengan kom bike. Ew siyaset û teknîk betal bûye û êdî xelk bi gotinan nayê xapandin.”

Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî li Silêmaniyê di ahenga bangeşeya PDKê de ragihand, “Dilxweş im ku îro li paytexta rewşenbîtiyê, li bajarê Silêmaniyê yê xoşewîst im, bajarê hilmet û qurbaniyê. Silavên Serok Barzanî û Serkirdatiya PDKê digihînim we. Hûn xoşewîstên me ne û bi we serblind in.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Dema Silêmaniyê dibînim, gelekî dilxweş dibim, ji ber ku bi rastî jê hez dikim, bajarê dayik û bapîr û merivên min e. Bajarê wêje, Kurdayetî û rewşenbîriyê ye. Hûn Silêmanî ne, lê belê wî mafê bidin min jî ku nîvê min Silêmanî ye.”

Cîgirê Serokê PDKê gotinên xwe arasteyî aliyên siyasî kir û got: “Nabe hûn kesekî ku Kurdistanê reşbîn û bêhêvî bikin. Divê aramî û xweşiyê belav bikin. Daxwazê ji we dikim em rexneyên dilsozên vê navçeyê bikin sedema sererastkirina şaşîtiyan, ne hewl bidin li dijî PDKê bi kar bînin, ji ber ku xelkê Silêmaniyê ji aramî û xweşiyê hez dike. PDK ne bi hejmara deng û kursiyan li xelkê vê navçeyê dike, lê belê bi çavê dilsozî û xebatê lê dinêre.”

Herwiha got: “Ji vir ve û di germiya bangeşeya hilbijartinê de em daxwaza hevkarî û yekhelwestiyê ji hemû aliyan dikin û bi we re dibêjim, fermo bi pêş ve werin, dest û dilê PDKê ji bo Kurdistanê her dem vekirî ye. Çar rojên din divê em bi hev re biçin Bexdayê û erkê berevaniyê li mafên destûrê cibicî bikin.”

Nêçîrvan Barzanî got jî: “PDK bi ti awayekî xedir û xwesepandinê qebûl nake, lê belê bi nermî û ji bo Kurditanê, ji para xwe dide hevpeymanên xwe.”

Cîgirê Serokê PDKê diyar kir: “Ew dem bi ser çûye ku aliyek bixwaze bi êrîşkirina li ser PDKê li vê navçeyê dengan kom bike. Ew siyaset û teknîk betal bûye û êdî xelk bi gotinan nayê xapandin. Niha gelê Kurdistanê her tiştî dizane, dizane kî xizmetê dike û kî berevaniyê lê dike.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Peyama Serok Barzanî ji me hemûyan re ew e, nerm û aram bin. Dizanim û dibihîsim ku hin kes û alî her teknîkekê ji bo êrîşkirina li ser PDKê bi kar tînin, lê dîsa bi we re dibêjim, aram û li ser xwe bin û ji axaftina Serok Barzanî dernekevin.”