Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li daxuyaniya hevbeş a çend welatan a li ser hilbijartinan dike

"Ez pêşwazî li daxuyaniya hevbeşên navdewletî yên Iraqê ya li ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikim."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand: “Ez pêşwazî li daxuyaniya hevbeşên navdewletî yên Iraqê ya li ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê dikim ji bo piştevaniya wan a li ser birêveçûna hilbijartineke pak û paqij.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez pêşwazî li daxuyaniya îro ya hevbeşên Iraqê dikim li ser hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê.

Herwiha bi germî pêşwazî li dost û hevbeşên me yên navdewletî dikim ji bo hêsankarîkirina birêveçûna hilbijartineke azad û dadperwerane û pêbawer, bi taybetî şandina çavdêrên navdewletî bi rêya nûnerê Neteweyên Yekbûyî ya ji bo alîkariya Iraqê (UNAMI) û Yekîtiya Ewropayê û aliyên din.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dike ku azadiya geriyan û hatûçûna tîma çavdêriyê ya navdewletî dabîn dike û wan han dide ku li deverên cuda cuda yên Iraqê, çavdêriya proseya hilbijartinan bikin, di nav wan de jî li deverên cihê nakokiyê. Ev piştevanî jî gelek girîng e ji bo birêveçûna hilbijartineke pak û paqij.

Girîng e ku namzed, bêyî tirs û dûrî tundî û bizdandin, bi awayekî azad kampanya bimeşînin, da ku hilbijartin, encameke demokratîk a rasteqîn ji bo hemû iraqiyan û dostên Iraqê yên di nava civaka navdewletî de jê derkeve.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku piştî hilbijartinan, tîma çavdêrî ya navdewletî û hevbeşên me, raspardeya pêwîst ji bo bihêzkirina proseya hilbijartinan li seranserê Iraqê pêşkêş bikin.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

6ê Cotmeha 2021ê