Serbazekî Tirkiyê li bakurê Sûriyê hat kuştin

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî welatê xwe li navçeya operasyona Mertala Firatê ya li bakurê Sûriyê ragihand.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê kuştina serbazekî welatê xwe li navçeya operasyona Mertala Firatê ya li bakurê Sûriyê ragihand.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îro pêncşemê 7ê Cotmeha 2021ê li ser hesabê fermî yê wezaretê yê li Twitterê ragihand; di êrîşekê de bo ser hêzên Tirkiyê li navçeya operasyona Mertala Firatê ku bi mûşek hatiye kirin, serbazek bi navê Tayfun Ozkose hatiye kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê dibêje, êrîş ji aliyê “terorîstan” ve hatiye kirin, lê nediyar e behsa çi aliyekî dike.

Li gor agaiyan, li bakurê Sûriyê 113 xalên serbazî yên gerok û cîgir ên Tirkiyê hene. Ew xal li pênc parêzgehan in û wiha hatine dabeşkirin, 55 li sînorê parêzgeha Helebê, 43 li Idlibê, 9 li Reqayê, 4 li Hesekê û 2 li Laziqiyê.

Artêşa Tirkiyê berê di çarçoveya rêkeftina Astanayê de 12 xalên çavdêriyê li Idlibê danîbûn, ew ji xeynî hezaran çekdarên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê.

Di dema borî de çendîn şer û pevçûn di navbera artêşa Sûriyê li aliyekî û artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li aliyekî din çêbûne.

 

Fly Erbil Advertisment