Maria Ressa û Dmitriy Muratov Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2021 distînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Nobelê Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021ê da rojnamevana Filipînî Maria Ressa û rojnamevanê rûs Dmitry Muratov.

Hat ragihandin ku wan rojnamevan ji ber “tekoşîna ji bo azadiya derbirînê” hêjayî xelatê hatin dîtin.

Serokê Komîteya Nobelê Berit Reiss-Andersen di konfêranseke rojnamevanî de got: “Xanim Ressa û birêz Muratov Xelata Aştiyê distînin ji ber têkoşîna wan a wêrek ji bo azadiya derbirînê li Fîlîpîn û Rûsyayê.”

Maria Ressa rojnamevan û nivîskareke Fîlîpînî-Amerîkî ye, hevdamezrîner û CEO ya Rappler ye û berê nêzîkê bîst saln wekî peyamnêreke sereke ya CNN li başûr-rojhilatê Asyaya xebitî.

Dmitriy Muratov rojnamevanek Rûsî û Sernivîserê “Novaya Gazeta” (Rojnameya Nû) ye. Komîteya Parastina Rojnamegeran jî ew wekî “rojnameya tekane ya serbixwe û xwedî karînên rexneya objektîf li Rûsyayê ye.” bi nav kiribû.