Komeleya Hiqûqnasan helwesta Metin Feyzioglu ya li dijî Kurdî şermezar kir

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzioglu gotibû ku ew li dijî ferbûna Kurdî ye.

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) li ber dadgeha Diyarbekirê helwesta Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metin Feyzioglu ya li dijî Kurdî şermezar kir.

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzioglu, li Diyarbekirê bû mêvanê radyoyeke Diyarbekirê û li ser pirsa ku ew fermîbûna zimanê Kurdî çawa dibîne; anîbû ziman ku ew li dijî ferbûna Kurdî ye û hemû qadên ji bo Kurdî hatine vekirin jî der hiqûqî ne.

Li ser vê bersiva Metin Feyzioglu, Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) jî nerazîbûn nîşan da û bi daxuyaniyekê helwesta Feyzioglu şermezar kir.

Rêvebirê OHDê Muhîtîn Muguç daxuyand ku Metin Feyzioglu wek hiqûqnasekî, peyamên mafên mirovî yên nevneteweyî û gerdûnî jinedîtîve hatiye û ji helwesta mirovperwerî dûr helwest daniye.

Bal hat kişandin ku Metin Feyzioglu, di gotarên xwe de, cudagirtinê û dûbendiyê peyda kiriye. Loma jî ew hemû helwestên li dijî mafên rewa yên gelê Kurd şermezar dikin û piştgiriya di hemû zimanan de xizmetdayînê dikin.