Xelkê Mexmûrê di navbera DAIŞ û hêzên Iraqê de bûne qurbanî
Her ku diçe rewşa ewlehiyê ya Mexmûrê ber bi xirabiyê ve diçe.

Mexmûr (K24) – Her ku diçe rewşa ewlehiyê ya Mexmûrê ber bi xirabiyê ve diçe. Nişteciyên Mexmûrê di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê de bûne qurbaniyên sereke. Ciwanên bajarê Mexmûrê diyar dikin ku kes tune ye wan biparêze, li aliyekî hêzên milîs li ser wan metirsî ne û li aliyê din metirsiyên DAIŞê jî her ku diçe zêde dibin.
Mexmûr piştî bûyerên 16ê Cotmehê ketiye bin gefa ewlehî û serbazî ya DAIŞ û hêzên milîs. Li aliyek DAIŞê xortên wan direvînin û li aliyekî din jî hêzên Iraqî ji ber Kurdbûna wan gefa valakirina gundên wan li wan dixwin. Xortên Mexmûrê di wê baweriyê de ne, ku heta Pêşmerge venegere wê deverê, ew bextewarî nabînin û her dem metirsî li ser jiyana wan heye.
Welatiyekî nişteciyê Mexmûrê yê bi navê Diyar Mela Xidir ji K24ê re diyar kir: “Ji ber tunebûna Pêşmerge li vê deverê, xelk gelek ditirsin, rewşa ewlehiyê gelek xirab e, bi taybetî li çiyayê Qereçûxê ku çekdarên DAIŞê li wê derê ne.”
Xortekî din bi navê Dilêr Mihemed jî destnîşan kir: “Em hêvî dikin piştî vegera PDK û hêzên Pêşmerge bo vê deverê, rewşa ewlehiyê baştir bibe.”
Cîgirê Parêzgarê Neynewa Sîrwan Rojbeyanî venaşêre ku rewşa ewlehiyê ya Mexmûrê xirab e û dibêje ku ew dixwazin rewşa deverê were asayîkirin û dawî li vê rewşa serbazî ya li ser wan were anîn.
Sîrwan Rojbeyanî ji K24ê re diyar kir: “Em piştgiriya danûstandinên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê dikin, ji bo cîbicîkirina hêzeke hevbeş li vê navçeyê, ji ber DAIŞê metirsî li ser xelkê heye, em hêvî dikin ew biryar di demeke nêz de were cîbicîkirin.”
Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê ji bo pêkanîna du lîwayên hevbeş gotûbêjan dikin, lê belê heta niha rêkeftinek nehatiye kirin, Sererkanê Wezareta Pêşmerge dibêje; gotûbêj berdewam in, lê heta niha ti encameke baş nehatiye bidestxistin.
Sererkanê Pêşmerge Cemal Êmînkî ji K24ê re eşkere kir: “Baweriyek çêbûye ku divê hêzeke hevbeş li wê deverê were cîbicîkirin û li ser vê mijarê danûstandin berdewam in.”
Herwiha ragihand: “Şeş navendên hevbeş di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê de hatine pêkanîn, ku navendên wan ên sereke li Hewlêr û Bexdayê ne, herwiha çar navendên din jî li Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr û rojavayê Dîcleyê ne, niha ew navend dest bi kar kirine.”
Piştî bûyerên 16ê Cotmehê, deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê di rewşeke xirab a ewlehiyê de ne û metirsiyên DAIŞê her ku diçe li wan deveran zêde dibe. Heta niha aliyên ewlehiyê yên hikûmeta Iraqê piştî bi dehan civînan, her carê bi hincetekê civînên ligel Wezareta Pêşmerge dirêj dikin, pêkanîna du lîwayên navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevanî ya Iraqê biryar li ser hatiye dayîn, lê belê hîn jî ew du lîwa nehatine pêkanîn.