Li Herêma Kurdistanê 18 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane bi ser 6 hezaran ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 524 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 18 kesan canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 524 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 54 kes li Hewlêrê, 91 kes li Silêmaniyê, 362 kes li Duhokê û 17 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji wan 4 kes li Hewlêrê, 6 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 2 kes li Germiyanê û 4 li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 1856 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 342134
Mirin: 6004
Başbûn: 311742
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.