Dengdana giştî ya hilbijartinên Iraqê dest pê kir
Ji demjimêr 07:00 sibehê ve navendên dengdanê di rûyê dengdêran de hatin vekirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 10ê Cotmeha 2021ê, dengdan ji bo hilbijartinên pêşwext ên Encûmena Nûneran a Iraqê birêve diçe û ji demjimêr 07:00 sibehê ve navendên dengdanê di rûyê dengdêran de hatin vekirin.
Di proseya dengdana giştî a hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, aliyên siyasî li ser 329 kursiyên wê encûmenê rikaberiyê dikin.
Li gor amarên Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê, îro li Herêma Kurdistanê û Iraqê, zêdetir ji 25 milyon kes dikarin deng bidin.
Di van hilbijartinan de, 789 kandîdên serbixwe, 109 partî û 21 hevpeymanî beşdar in.
Ev hilbijartin biryar bû di sala 2022an de bihatana kirin, lê bi mebesta aramkirina hêrsa kolanên Iraqê ji piştî xwepêşandanên Payîza 2019an, ji bo 10ê Cotmehê 2021ê hatin pêşxistin.