Nêçîrvan Barzanî: Bang li hemû aliyan dikin ta ku li Bexdayê bi hev re bin
Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, piştî hilbijartinan, hemû aliyên Kurdistanî vedixwînin, ta ku li Bexdayê bi hev re bin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî ku li navendeke dengdanê li Hewlêrê deng da, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî hilbijartinan, hemû aliyên Kurdistanî vedixwînin, ta ku li Bexdayê bi hev re bin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de ya derbarê yekrêziya aliyên Kurdî li Bexdayê de ragihand, piştî hilbijartinan, em hemû aliyan vedixwînin Serokatiya Herêmê, bikin, ji bo li Bexdayê yekrêz bin û bikarin berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.
Nêçîrvan Barzanî ji rojnamevanan re ragihand jî, Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqê de, Herêma Kurdistanê dixwaze pirsgirêkên hilpesartî ligel Bexdayê çareser bike.
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî xwast jî ku ev xula Parlamento û Hikûmeta Iraqê ji yên pêştirî cudatir be û bikare guhartinê di awayê birêvebirina Iraqê de bikin.