Li Rojavayê Kurdistanê 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser amarên nû yên Koronayê ragihandin

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, ji ber vîrûsa Koronayê (Covid-19) 13 kesan canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa Koronayê belav kirin û diyar kir, 13 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Dr. Ciwan Mistefa ragihand, 147 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. Herwiha 14 kes jî ji vê nexweşiyê baş bûne

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 30300 kesan, ji wan 2250 kes baş bûne û 1026 kesan jî canê xwe ji dest dane.