Efrîn.. Çekdaran 2 kesên sivîl revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 kesên sivîl revandin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa bi navê Feyle El-Şamê roja 2ê Cotmehê kesekî bi navê Subhî Kenco yê 23 salî ji gundê Celemê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.
Diyar kir jî, wê grûpa çekdar pêwendî bi malbata Subhî re kirine û li hember berdana wî, daxwaza 3 hezar Dolarên Amerîkî kirine.
Wî rêxistinê ragihand jî, grûpa Polîsa Leşkerî roja 2ê Cotmehê jina bi navê Ayşe Mehmûd Nasan ya 50 salî ji gundê Dêrsiwanê yê ser bi navçeya Şera ve revand.
Destnîşna kir jî, çekdaran Ayşe Mehmûd Nasan birin zîndana bajarê Ezazê û li hember berdana wê, daxwaza xweradestkirina kurê wê Mihemed Husên kirine.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.