Li Diyarbekirê qurbaniyên qetlîama 10ê Cotmehê hatin bîranîn
Li Diyarbekirê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê qurbaniyên qetlîama 10ê Cotmehê ya li Enqereyê bibîranîn.
Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê qurbaniyên qetlîama 10ê Cotmehê ya li Enqereyê bibîranîn.
Di çalakiya bibîranînê de endamên platformê bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya di pêvajoya piştî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an da û gotin, heger berpirsên bûyerên ji beriya êrişa 10ê Cotmehê hatibana girtin û darizandin ev bûyer jî çênedibû.
Li Diyarbekirê li ber Peykerê Danezana Mafên Mirovan ya Gerdûnî yê li Parka Koşuyoluyê endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û saziyên parastina mafên mirovan qurbaniyên qetlîama 10ê Cotmeha 2015an bibîranîn.
Di daxuyaniya hevpar de hat gotin ku, li hemberî tund û tûjiyê, saziyên ked û demokrasiyê xwestin mîtînga aştiyê li dar bixin lê mîtîng bû armanca DAIŞê.
Di encama êrîşa du endamên DAIŞê de 104 kesan canê xwe ji dest da û ji 500î zêder kes jî birîndar bibûn.