PDKê serkeftina du kandîdên xwe li Kerkûkê ragihand

Kandîdekî PDKê dengên herî zêde li Kerkûkê bi dest xistine

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Ragihandinê yê Liqê 3 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê aşkere kir, 2 kandîdên wê partiyê di hilbijartinên Iraqê de bi ser ketin.

Berpirsê Ragihandinê yê Liqê 3 ê PDKê li Kerkûkê Mihemed Xorşîd ragihand, du kandîdên PDKê li bazneya hilbijartinan a Yek û Du li Kerkûkê bi ser ketin.

Ehmed Xorşîd got: “Şaxwan Ebdulla zêdetir ji 30 hezar deng bi dest anîn ku li ser asta Kerkûkê yekem e. Necwa Hemîd jî zêdetir ji 10 hezar deng bi dest anîn û bi ser ket.”

Ev di demekê de ye, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya ragihand, ew ê îro demjimêr 15:00 encamên destpêkê yên hilbijartinan diyar bikin, piştî du hefteyên din jî piştî lêkolînê di giliyan de bike, dê encamên dawiyê rabigihîne.