Dijeterora Kurdistanê daxwazekê ji welatiyan dike
Dezgeha Dijeterora Kurdistanê daxwaz ji welatiyan dike, di dema ragihandina encamên hilbijatinan de, teqeyên xweşî û şahiyê nekin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterora Kurdistanê di peyamekê de daxwaz ji welatiyan dike, di dema ragihandina encamên hilbijatinan de, teqeyên xweşî û şahiyê nekin, ji ber ku dibe sedema dirustkirina metirsiyê li ser jiyana welatiyan.
Dezgeha Dijeterora Kurdistanê peyamek belav kir û tê de daxwaz ji welatiyan kir, di dema ragihandina encamên hilbijatinan de, teqeyên xweşî û şahiyê nekin, ji bilî ku ew diyardeyeke ne şaristanî ye, di heman demê de dibe sedema dirustkirina metirsiyê li ser jiyana welatiyan.
Dijeterora Kurdistanê dixwazê ji welatiyan dike jî, wek çawa di kampîna hilbijartinê de ew pabendî rêkaran bûn, bi heman awayî pabendî rêkarên ewlehiyê jî bibin û bi awayên şaristanî şahiyên xwe nîşan bidin.