PDK: Li Silêmaniyê me 2 kursî misoger kirine

Rêveberê Liqê 4 ê PDKê li Silêmaniyê got: “Bêgûman, ev encameke dilxweşker e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Du kandîdên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de bi ser ketin, kandîdekî din jî di rikaberiyê de ye.

Rêveberê Liqê 4 ê PDKê li Silêmaniyê Kamran Xerîb ji K24ê re ragihand, li parêzgeha Silêmaniyê 2 kursiyên PDKê misoger bûne û kandîdekî din jî rikaberiyê li ser kursiya sêyemîn dike.

Rêveberê Liqê 4 ê PDKê li Silêmaniyê got jî: “Bêgûman, ev encameke dilxweşker e.”

Destnîşan kir jî: “Em wek PDKê, me bangeşeya xwe bi awayekî aram û tendirust birêve bir û xelkê jî bawerî bi PDKê anî.”

Kamran Xerîb got: “Di van hilbijartinan de wek hilbijartinên din, gelek têbînî di proseya dengdanê de hebûn. Ewê girîng e, divê em diyar bikin ku Kurdistan beşeke girîng a hikumraniya Iraqê ye û divê wê peyamê bigihînin aliyên Iraqî ku Kurd bi hemû pêkhate û partiyên xwe, bi yekrêzî daxwaza mafên xwe dike.”