Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li namzedên serkeftî kir

"Li Bexdayê berevaniya berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bikin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li namzedên serkeftî kir û ji wan daxwaz kir ku li Bexdayê berevaniya berjewendiyên netewî yên gelê Kurdistanê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û ragihand: “Ez pîrozbahî li parlamenterên nû dikim ji bo kampanyaya ku gelek baş birêve birin.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Proseya demokrasiya me, ji ber xizmeta we bihêz e. Ez li bendê me ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê em bi hev re kar bikin, ez ji we daxwaz dikim ku dema hûn diçin Bexdayê, berevaniya berjewendiyên me yên netewî bikin.”