PDK: Me 28 gilî li ser encamên hilbijartinan tomar kirine

PDK: Eger giliyên me cihên xwe bigirin, kursiyên PDKê digihin 34 – 35 kursiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Hilbijartina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 28 gilî li ser encamên hilbijartinan li parêzgehên Silêmanî, Kerkûk, Helebce û Neynewa tomar kirin.

Berpirsê Beşa Yasayî ya Hilbijartinên PDKê Hawar Mihemed ji K24ê re got: “Me gilî li Silêmanî, Kerkûk, Helebce û Neynewa tomar kirin. Wek nimûne, rêgirî ji aliyê hêzên çekdar ên ne yasayî ve, Herwiha binpêkirinên dizî û sextekarî hebûn, Li navendên dengdanê jî me xwast giliyan tomar bikin, lê formên giliyê ji me re dabîn nekirin.”

Aşkere kir jî: “Heta niha me 28 gilî tomar kirin, îro jî çend giliyên din tomar dikin.”

Got jî: “Ew hejmarên dengan ên li cem me ne, ji yên Komisyonê ragihandine cuda ne. Eger giliyên me werin qebûlkirin, kursiyên me ji bo 34 heta 35 kursiyan zêde dibin.”

Got jî: “Kandîda me Naske Ebdulah li devera Raperîn dengên wê zêde gelek bûn û nêzîkî 3 hezar dengên nehatin hesabkirin, eger giliyên me cihên xwe bigirin, kursiyên PDKê digihin 34 – 35 kursiyan.”