Encûmena Wezîran dabînkirina petrola sipî û binzînê guftûgo dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û dabînkirina petrola sipî û benzînê û çend pirsên din guftûgo dike.
Fermangeha Medya û Zanyariyan ragihand, Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê îro 13.10.2021ê civîna xwe ya heftane bi Serokatiya Mesrûr Barzanî dike.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, di civînê de ev mijarên jêr in, dê werin guftûgokirin:
Yekem: Peyama Encûmena Wezîran a ji bo bidawîhatina proseya dengdana Encûmena Nûneran a Iraqê. Spasiya welatiyên Herêma Kurdistan û navçeyên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, ji ber beşdarbûna wan a di proseyê de. Herwaha spasiya Pêşmerge û hêzên navxwe ji ber avakirina keşeke aram ji bo dengdanê. Peyama Encûmena Wezîran ji bo yekrêzî û yekhelwêstî ji bo bihêzkirina pêgeha herêma Kurdistanê li Bexda û dûr ji rikberiya navxweyî rijdbûna li ser mafên destûrî.
Duyem: Xwandina raporta Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û taybet ji bo bicîhanîna biryara Encûmena Wezîran a ji bo dabînkirina petrola spî û benzînê bi hemahengiya bi Wezareta Petrolê ya Iraqa federal re.
Sêyem: Xwandina raporta Fermangeha Hevahengî û Dûvçûnê ya derbarê pêşdeçûn û astengiyên li pêş bicîhanîna biryarên Encûmena Wezîran ên taybet derbarê çaksazî û aşkerakirina bacê li Herêma Kurdistanê ku çend wezaret bi çend awayan hatibûn erkdarkirin.
Çarem: Pêşneyara erkdarkirina wezîrê dad, wezîrê herêmê ji bo karûbarên parlamentoyê, Sekreteriya Encûmena Wezîran ji bo dûvçûna wan daxwazên yasayî ku li Dadgeha Bilind a Federal ve pêwendîdar in bi herêma Kurdistanê û agahdarkirina Encûmena Wezîran di pêşdeçûn û astengiyên li pêş wan daxwazan.