Patriyark Mar Awa yê Sêyem spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî Patriyark Mar Awa yê Sêyem kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro şemiyê 16ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî Patriyark Mar Awa yê Sêyem û şanda ligel wî kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî car din pîrozbahiya destbikarbûnê li Partriyark Mar Awa yê Sêyem kir û piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jê re car din anî ziman ji bo pêşvebirina zêdetir a kultura lêborînê û pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.
Partriyarkê Dêra Rojhilatê Aşûrî spasiya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û diyar kir ku cihê kêfxweşiyê ye ku Kurdistan melbenda pêkvejiyan û azadiya olî û tebayî ya navbera pêkhateyan e û divê peyama hemû olan, belavkirina aştî û xoşewîstiyê be.
Herwiha rewşa giştî ya mesîhiyên li Iraq û Sûriyê, mijareke din a gotûbêja hevdîtinê bû.


