Çekdaran 5 kes ji gundekî Efrînê revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kesên sivîl revandin.
Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî duhê 17ê vê mehê 5 welatiyên gundê Memila yê ser bi navçeya Raco ve revandin.
Diyar kir jî, ew 15 kes bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, hatin girtin.
Ev yek di demekê hefteya borî jî 10 kes ji gundê Memila hatibûn revandin û piştî ku çekdaran 1200 Lîreyên Tirkî ji her yekî ji wan standin, ew berdan.