Serokwezîr Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Colin Powell anî ziman
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell nîşan da.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî xemgîniya xwe ji ber koça dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Koça dawî ya Wezîrê Derve yê Amerîka yê berê Colin Powell ez xembar kirim. Ew bi dirêjahiya jiyanê dostê Herêma Kurdistanê û Iraqê bû.”
Mesrûr Barzanî herwiha destnîşan kir: “Me bi hev re kar kir, da ku em welat ji dîktatorî rizgar bikin. Ez dizanim ku ew li navçeyê hewla çespandina aştiya mayînde dida.”
Di gotina xwe ya dawî de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kiriye: “Ez hevsoz im ligel malbata wî.”
I’m saddened by the passing of former Secretary of State Colin Powell, a lifelong friend of the Kurdistan Region and Iraq.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) October 18, 2021
We worked closely together to rid the country of dictatorship. I know he sought lasting peace for the region.
My thoughts are with his family -mb.