Li Rojavayê Kurdistanê 16 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 250 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin.

Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19
Nexweşxaneya Hesekê ya Covid-19

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 250 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 16 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 250 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 36 kes li Hesekê, 38 kes li Qamişlo,18 kes li Dêrikê, 9 kes li Amûdê, 8 kes li Rimêlan, 7 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Cil Axa, 1 kes li Girkê Legê, 43 kes li Reqayê, 46 kes li Tebqayê, 31 kes li li Dêrezorê, 1 kes li Minbicê, 8 kes li Şehbayê, 1 kes li Kampa Holê û 1 kes li Kampa Erîş e.

Hat ragihandin ku di nava 24 demjimêran de 11 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 33003 kesan, ji wan 2338 kes baş bûne û 1158 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.