Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zîn romannivîs Jan Dost xelata kir
Hewlêr (K24) – Li bajarê Hewlêrê Duyemîn Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zîn birêve çû û tê de nivîskar û romannivîsê Kurd yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê Jan Dost hate xelatkirin.
Bi serperiştiya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê, li Hewlêrê Duyemîn Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zîn birêve çû. Di festîvalê de panelek ji bo giringiya wêje û zimanê Kurdî di navbera nivîskarên her çar parçeyên Kurdistanê de hate lidarxistin.
Di vê derbarê de Rêveberê Navenda Mem û Zîn Yaran Hîwa ji K24ê re got: “Duyemîn festîvala me, bi hevahengiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê li dar ket. Di fîstevalê de, em nivîskarên her çar perçeyên Kurdistanê kom dikin, ji bo wê peyamê bidin ku em yekdeng in û yek xak û yek zimanê me heye.”
Duyemîn Festîvala Wêjeyî ya Mem û Zîn xelata xwe ya îsal pêşkêşî nivîskar û romannivîs Jan Dost kir.
Romannivîs Jan Dost di derbarê vê xelatkirinê de ji K24ê re got: “Ez bi vê xelatkirinê kêfxweş im. Ez pê dihesim ku xwedîlêderketina li wêjeyê di nav Kurdan de heye. Kesekî ked û xebata wî hebe, wî xelat dikin û qedrê wî dizanin. Ev jî yek ji xwastên seydayê mezin Ehmedê Xanî bû ku milet nivîskarên xwe nas bikin û guhdariya bîr û baweriyên wan bikin û her çendî rexneyên tûj jî bikin, dijmatiya wan nekin. Ez spasiya Dezgeha Rewşenbîr a Mem û Zînê û Wezareta Rewşenbîriyê dikim ku ez vexwandim û xelat kirim.”
Beşdarên vê festîvalê ji her çar parçeyên Kurdistanê bûn û ji derveyî welat jî hatibûn vexwendin.
Di festîvalê de gotara Birîkarê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan a Herêma Kurdistanê hebû û Parêzgarê Hewlêrê jî beşdarî festîvalê bû, herwiha ev festîval bi hevahengiya Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê li hola rewşenbîrî hate lidarxistin.