Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinan gufûtgo dikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Brayson kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 21ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Brayson kir.
Di hevdîtinê de, rewşa giştî ya Iraqê ji piştî serkeftina hilbijatinên Encûmena Nûneran û pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin guftûgokirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêvî xwast encamên hilbijartinan, bibe sedema aramiya Iraqê û çareserkirina rîşeyî ya pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de.
Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge, rûbibûbûna metirsiyên DAIŞê û girîngiya cibicîkirina rewşa Şingalê, çend mijarên din ên guftûgoyên hevdîtinê bûn.