Kobanê.. 3 şervanên HSDê di êrîşeke Tirkiyê de hatin kuştin
Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîleke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Kobanê bombebaran kir.
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîleke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Kobanê bombebaran kir û 3 şervanên HSDê kuştin.
Malpera HSDê belav kir, Firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otomobîleke leşkerî ya HSDê li Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 şervanên wan canê xwe ji dest dan.
Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, di êrîşê de 3 hatin kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.
Berî sê rojan rojan jî firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke berpirsekî Rêveberiya Xweser li Kobanê bombebaran kiribû û di encamê de 5 kes hatibûn kuştin.
Ev êrîş di demekê de ne, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gefa êrîşkirina li ser bajarokê Til Rifetê û Eyn Îsayê dixwin.
Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Rûsyayê glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ku heta roja 25ê Cotmehê, serkirdeyên HSDê li seranserî sînorê Sûriye û Tirkiyê armanc bikin.