Serok Barzanî: Serkeftina proseya siyasî ya Iraqê bi bihêzbûna demokrasî û hevbeşiyê ve girêdayî ye

Rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hatin guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 24ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Balyozê Kanada li Iraqê Orlick Shannon û şanda pê re kir.

Di civînê de ku Berpirsê Nivîsgeha Konsulxaneya Kanada li Hewlêrê jî amade bû, behsa rewşa siyasî ya Iraqê, hilbijartinên vê dawiyê û qonaxa piştî hilbijartinan hat kirin.

Serok Barzanî diyar kir, serkeftina piroseya siyasî li Iraqê girêdayî bihêzbûna demokrasiyê û bicîhanîna hevbeşiyê û rêzgirtin li mafên hemû pêkhateyên Iraqê ye.

Di hevdîtinê de her du aliyan behsa pêwendiyên dostaniyê yên gelê Kurditanê û gelê Kanada kirin.