Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Ereb û Iraqê kir

Di hevdîtinê de hemahengî û pêwendiyên aliyan û bi taybetî jî rojnamevanan ji bo derbasbûna qeyranan û misogerkirina seqamgîriyê weke pêwîst hat dîtin.

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro duşemê 25ê Cotmeha 2021ê li Selahedîn pêşwazî li Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Ereb û Iraqê Mueyed Lamî kir.

Di hevdîtinên de li ser rewşa siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Iraqê û astengî û gefên li ber proseya Iraqî gotûbêj hate kirin.

Herwiha di hevdîtinê de hemahengî û pêwendiyên aliyan û bi taybetî jî rojnamevanan ji bo derbasbûna qeyranan û misogerkirina seqamgîriyê weke pêwîst hat dîtin.

Dîmenek ji hevdîtinê