Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir
Di hevdîtinê de guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Cotmehê pêşwazî li Balyozê Almanya yê nû li Iraqê Martin Jager kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê Almanya yê nû li Iraqê kir û hêviya serkeftinê di erkê wî de xwast ji bo pêşvebirina pêwendiyên Almanya bi Iraq û Herêma Kurdistanê re.
Balyozê Almanya spasiya hevahengî û hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanêkir û daxwaza welatê xwe ya pêşxistina pêwendiyên di hemû waran de bi Herêma Kurdistanê re nîşan da.
Di hevdîtinê de, herwiha guftûgo derbarê hilbijartinên vê dawiyê yên Iraqê û Almanya, çaksaziyên kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û girîngî û berdewambûna hevkarîkirina Pêşmerge hatin kirin.