Geştiyar di Payîzê de berê xwe didin “Dergeh” a Rihayê

Diyarbekir (K24) – Gola bi masî ya li Rihayê ku wek ‘Dergeh’ tê binav kirin, di her demsalê de, bi serdana geştiyaran dîmenên rengîn peyda dike. Di mehên payîzê de jî, welatî serdanên xwe yên ji bo dergehê didomînin.

Li Navenda bajarê Rihayê, Dergeh ango gol a masîyan, bi av, masî û şûnwarên dîrokî ku li hewildoriya wêne balê dikşîne û geştiyar jî bi serdanên xwe, şên dergehê şênî dikin. Hin ji wan bi tenê, hin ji wan jî wek grub, ji nav welêt û derveyî welêt her tim serdanên geştiyarî dikin.

Cemal Mermerkaya teqrîben 50 sal in ku li dergehê ango li ber gola masiyan, zadê masiyan difiroşe û tîne ziman ku herî zêde di demsala havînê de, serdan zêdebin jî, her tim, geştiyar geştên xwe ji bo vê derê didomînin.

Cemal Mermerkaya ji K24ê re got: “Temenê min li vê derê bi firotina zadê masiyan derbas bû. Teqrîben 50 sal e, min zadên cuda firot heta îro, deh sal e jî em vî zadê taybet difiroşin. Em roja 150 û carina gelek zêdetir zad difiroşin, yên serdan dikin jî pê masiyan xwedî dikin. Li vê derê pêşwazîkirina mêvanan ciyê kêfxweşiyê ye.”

Grûpekî geştiyar jî ji Kolombiyayê hatine û piştî ku li çendî bajarên Tirkiyeyê û bakûr geriyan e, niha jî serdana dergehê dikin.

Huwan Carlosê ku ji Kolombiyayê hatiye jî radigihîne ku geşteke gelek xweş kirine. Ji Bajarê Stembolê, çûyîne Trobzonê, piştre jî derbasî Erzorom, Qers, Wan û Diyarbekirê bûne û îro jî li Rihayê serdan dikin.

Geştiyar Huwan Carlos got: “Hemû ciyên ku em geriyan jî gelek xweşbûn û me geşteke bê hempa kir. Ji 11’ê Cotmehê ve em digerin û baş e ku em ji Kolombiyayê hatine û van deran jî nas dikin. Li Rihayê jî ciyên dîrokî hene û hêjayî dîtinê bûn.”

Geştiyar, li gel ku zad diavêjin masiyan, bi cil û bergên xwecî û dîrokî jî dimenan dikşînin.

Esranûr Turker jî ji Stembolê hatiye û tîne ziman ku her derfet dibîne digere û 2 roje jî li Rihayê geşt dike.

Geştiyar Esranûr Turker dibêje: “2 roj in li Rihayê me, ez ji geşt û gerê pir hez dikim. Hem li Tirkiyeyê, hem jî li Cîhane gelek jî diğerim.  Lê yekem car e ku hatim Rihayê. Min serdana Girê Miraza, malên li Heranê kir û niha jî hatim gola masiyan. Ezê serdana navçeya Xalfetiyê jî bikim û vegerim.”

Çîroka Gola Masiyan ango Dergehê jî wiha ye. Bawerî ew e ku : Dema ku Hz. Îbrahîm diavêjin agir, agirê pêketi dibe av û darên wê jî dibin masî. Bi wî awayî ev gola masiyan, çê dibe û dibe wek degehekî.