Erdogan û Biden sibe dicivin
Ajansa Reutersê ragihand; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden dê sibe li Romayê civînekê pêk bînin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ragihand; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Biden dê sibe li Romayê di Lûtkeya G20 de civînekê pêk bînin.
Hat diyarkirin ku di civînê de li ser pêwendiyên berevaniyê yên ligel Tirkiyê û kirîna F-16an were axaftin û Joe Biden dê bibêje ku "krîz û reftarên bêfikar,sûdê nade pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê".
Ajansa Reutersê li ser dema civînê agahiyek belav nekiriye.