Îbrahîm Guçlu ji ber nivîseke xwe tê darizandin
Diyarbekir (K24) – Mafnas û Nivîskar Îbrahîm Guçlu ji ber nivîsek xwe ya di Malpera Kurdistan24 a Tirkî de hatibû weşandin tê darizandin ku derbarê cejna neteweyî ya Tirkiyeyê ya 19 Gulanê de gotibû ew cejin ne cejna Kurdan e.
Mafnas û Nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlu ji ber nivîsek xwe ya derbarê Cejna Neteweyî Tirkiyeyê ya 19 Gulanê de li Diyarbekirê tê darizandin. 19 Gulanê li Tirkiyeyê wek destpêka pêvajoya damezirandina Komara Tirkiyeyê tê qebulkirin û derbarê vê rojê de jî Îbrahîm Guçlu di nivîsa xwe dibêje ev roj ne cejna ciwanên Kurdan e, ji ber ku Komara Tirkiyeyê dema hatiye damezirandin înkara nasnameya Kurdan kiriye û ev yek ji aliyê dozgerê dozê ve wek tawanê hatiye şîrovekirin. Îbrahîn Guçlu yê ku heman demê de parêzer e dide zanîn ku dozger gotiye bi vê nivîsê wî cudahî xistiye navbera Kurdan û Tirkan û xwestiye dibe sedema nefrete.
Mafnas û Nivîskar Îbrahîm Guçlu ji K24ê re got: “Ew cejn ne cejna ciwanên Kurd e, cejna ciwanên Tirk e. Sedem jî ew e ku sala 1919an de dema Ataturk pêvajoya damezirandina desthilatdariya Kemalîst da destpêkirin û paşê bune desthilatdar Kurd înkar kirin, red kirin, mafên kurdan xesp kirin. Ji bona wê yekê jî ev cejn ne cejna ciwanên Kurdan e, ya ciwanên tirk e. Ev cejn bo me ne serbilindî ye, Ev cejn bo Kurdan îfadeya qetlîam û înkarkirinê ye”
Îbrahîm Guçlu li hember îddayên dozger li dadgehê qasî 10 rupelan parastanameya xwe pêşkêşî dadgehê kiriye û dibêje çi bingeheke hiquqî ya darizandina wî li holê nîne û diwê baweriyê de ye ji berk u ew Kurd e tê darizandin.
Mafnas û Nivîskarê Kurd Îbrahîm Guçlu got: “Di merheeya yekem de min parastnameyek pêşkêşî wan kiribu ku min gotibû em Kurd in, ji bo ku mafên Kurdan diparêzin, Kurdistanê diparêzin, Kurdîtî diparêzin ji ber wê em tên dadgehkirin. Min ji wan re got dadgeha we ne dadgehek rewa ye, hun nikarin min dadgeh bikin. Ji bo wê min 10 rupel parastname pêşkêş kir. Paşê jî dadgehê ji dozger xwest ku mutalaa ya xwe bêje. Parastnameya min jî ji ber çav derbas kirine.”
Piştî rûniştina dadgehê ya 8ê Mijdarê dozgerî ji dadgehê xwest ku Îbrahîm Guçlu were sizadan û dadgehê jî biryar da ku biryara dawî ya derbarê Îbrahîm Guçlu de di 24ê meha 1 a sala 2022an de ragihîne.