Emîrê nîşanvanên li Kerkûkê hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Hewlgiriya Leşkerî ya Iraqê, kuştina emîrekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.
Hewlgiriya Leşkerî ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî çavdêriya sê mehan û komkirina zanyariyan, emîrê DAIŞê yê bi navê Yasîn Sukir Mihemed Izzî (Ebû Qutade) li başûrê Kerkûkê hat kuştin.
Diyar kir jî, Ebû Qutada ku wek emîrê nîşanvanên DAIŞê dihat naskirin, di operasyona hevbeş a hêzên Rêveberiya Hewalgiriya Leşker û Dezgeha Dijeterorê de li geliyê El-Şay hate kuştin.
Rêveberiya Hewlgiriya Leşkerî aşkere kir jî, du çekdarên din ên DAIŞê jî li devera Bomehemed li geliyê EL-Şay di komînekê de birîndar bûn.
Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê ragihand, berpirsê ku pereyan li malbatên DAIŞê yên li parêzgeha Kerkûkê belav dike jî, hate desteserkirin.