Osman Ocalan koça dawî kir
Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
Hewlêr (K24) - Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê koça dawî kir.
Çavkaniyekî ji K24ê re ragihand; Osman Ocalan bû demek bi Koronayê ketibû, vê sibê 15ê Mijdara 2021ê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.
Heman çavkanî eşkere kir ku beriya niha Osman Ocalan ji ber celteya mejî rewşa tendirustiya wî nebaş bû, dema bi Koronayê jî ket, tendirustiya wî bi temamî têk çû.