Li Tirkiyê 23 hezar û 867 kesên din bi Koronayê ketin
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 229 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 229 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 17ê Mijdarê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 23 hezar û 867 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 229 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 28 hezar û 543 kes baş bûne.