Nêçîrvan Barzanî: Berdewamiya êrişên DAIŞê metirsiyeke rasteqîne ye û pêwîstî bi hemahengiya sêalî heye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek derbarê şehîdbûna 5 Pêşmergeyan li Germiyanê belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de, sersaxî û hevxemiya pêşkêşî malbatên şehîdên Pêşmerge yên şeva borî kir û ragihand, firehbûn û berdewamiya êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak e û gef û metirsiyên rasteqîne li herêmê peyda dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Sersaxî û hevxemiya ya kûr pêşkêşî malbatên wan Pêşmergeyên qehreman dikim, yên şeva borî dema ku bi hawara hevserngerên xwe yên Pêşmerge li Kulaco ve diçûne, şehîd bûbûn û giyanê xwe bexşandin.”

Herwiha got: “Ji Xwedêyê mezin daxwazkar im, giyanên wan bi rehmet û dilovaniya xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbatên wan ên serbilind. Hêviya çakbûna zû jî ji Pêşmergeyên birîndar re dixwazim.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, “Firehbûn û berdewamiya êrîşên DAIŞê, peyameke cidî ya tirsnak e û gef û metirsiyên rasteqîne li herêmê peyda dike. Ji ber wê, hevkarî û hevahengiya zêdetir a di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyeke bilez û pêşîne ye.”

Ragihand jî, “Daxwaz dikin mîkanîzma wê hevahengiya aliyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî aktîv û firehtir bibe û bi hev re bi hemû hêz û karînên xwe, rûbirûyî teroristên DAIŞê û gef û metirsiyan bibin.”