Li Diyarbekirê belgefîlma li ser jiyana Şevket Epozdemir hat nîşandan

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê belgefîlma ‘Humanîst’ ku behsa jiyan û ji aliyê hêzên tarî ve kuştina rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd Şevket Epozdemir dike; bi mazûvaniya Komisyona Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê hat nîşandan. Derhênerê filmê Keremo bal kişand ku Şevket Epozdemir, ji ber hezkirin û têkoşîna doza gel û welatê xwe hatiye kuştin û hezkirina wî ya ji bo mirov, siruşt û ajalan jî xweşmirovî û humanîstiya Şevket Epozdemir nişan dide.

Di hefteya ku Tahîr Elçî, li Dİyarbekirê, nava rojê, li ber çavên hemû Cîhanê hatibû kuştin de; belgefîlma hiqûqnas, mafparêz, rewşenbîr û siyasetmedarekî din yê Kurd Şevket Epozdemir ku di sala 1993’an de li Tewan a navçeya Bedlîsê hatibû kuştin hat nîşan dan. Belgefîlma ku derhêneriya wê Keremo kiriye de, şahîdên wê serdemê, malbat û zarokên Şevket Epozdemir, hem behsa jiyana wî, hem jî evîna wî ya doza azadiya Kurd û Kurdistanê dikin.

Derhênerê belgefîlma Humanîst Keremo tîne ziman ku Şevket Epozdemir, bi qasî ku ji walêt û gelê xwe hez dikir, ji xweza û ajalan jî hez dikir ku wî jî navê filma xwe loma humanîst danî ye. Keremo anî ziman ku Şevket Epozdemir, bi mebesta ku bikare bi dilê xwe vegere welêt û li welatê xwe xizmet û xebatan bike, dest ji mamosteyî berdide û beşa hiqûqê dixwîne. Û ew hewldanên wî jî dibin hênceta kuştina wî.

Derhênerê Belgefîlma Humanîst Keremo ji K24ê re got: “Di salên 1990’an de bi sedan kesên wek nemir Şevket Epozdemir ku kiryar û kujerên wan nedîyarin, hatin şehîd kirin. Yek ji wan jî Şevket Epozdemir bû, ji ber ku kesayetekî ku îlma neteweyî di jiyana wî de bû. Şevket Epozdemir, aşiqê dar, devî, kulîlk, çiya û ajala bû ku heman demê de jî aşiqê miletê xwe bû. Tu car nabêje ew kes ji kîjan partî, fraksiyon û ji ku derê ye. Bi wê helwêsta xwe li hewara hemû Kurdên ku zilm û zordestî li wan hatibe kirin diçe.”

Şevket Epozdemir, serdema ku Sadam Kurdên li başûrê Kurdistanê kîmyabaran dike de jî yek ji wan kesên ku yekem car xwe diigihîne li ser sînorê navbera bakûr û başûr û pêşwaziya pêşmerge û welatiyan dike.

Serokê Komisyona Zimanê Kurdî yê Baroya Diyarbekirê Eyup Aydeniz jî, anî ziman ku ew wek baroya Diyarbekirê dizanin ku hebûna miletkî, bi zimanê wan ve girêdayî ye û ji sala 2019’an ve jî, bi wê zanînê kar û xebatan xwe dimeşînin. Aydenîz balê kişand ku hêj kiryarên Tahîr Elçî nehatine ceza krin û beriya wî jî bi hezaran kesên ku hatine kuştin hene ku ji ber Kurdbûne, kiryarên wan nehatine ceza kirin.

Serokê Komisyona Zimanê Kurdî yê Baroya Diyarbekirê Eyup Aydeniz dibêje: “Di vê hefteyê de me xwest bi belgefîlma Derhêner Keremo ku li ser jiyana Parêzer Şevket Epozdemir çêkiriye, wek rêhevalekî Tahîr Elçî, bi Tahîr Elçî re bibîr bînin û bi rêya hunerê jî wan rastiyan nîşanî gelê xwe bidin û wan bibîr bînin.”

Piştî nîşandana belgefîlmê, beşdaran jî serpêhatî û bibîranînên xwe yên li ser Şevket Epozdemir ragihandin û piştî pirs û bersivan jî çalakî gihişt encam.