Pêşmerge li Kulaco dest bi operasyonekê kir
Pêşmerge li Kulaco operasyoneke lêgerîna li çekdarên DAIŞê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Pêşmerge yên li mihwerê Yek, operasyonek lêgerîna li çekdarên DAIŞê li sînorê Kulaco kir.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên Pêşmerge yên li mihwera Yek û gundên li sînora Kulaco, dest bi operasyoneke lêgerîna li teroristên DAIŞê û paşmayên wan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, hêzên Pêşmerge karîn wê operasyona xwe li wê deverê bikin û wê navçeyê pişknîn bikin.
Ev operasyon piştî wê yekê tê, çekdarên DAIŞê di çend rojên borî de çend caran êrîşî ser sengerên Pêşmergeyan kiribûn.
Pêr roja 28ê Mijdarê li Kulaco di encama teqîna bombeyekê bi hummerek Pêşmerge de, 5 Pêşmerge şehîd bûbûn û Pêşmerge jî birîndar bûbûn.