DAIŞê îşev jî êrîşî Pêşmerge kir
Li gor zanyariyên destpêkê şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên DAIŞê li qezaya Kifrî êrîşî ser hêzeke Pêşmerge kir û Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û Pêşmergeyek şehîd bûye û 3 Pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Peyamnêrê K24ê li Germiyanê da zanîn, êrîş li nêzîkî bendava Baweşasiwar li bakurê bajarokê Kifrî rû daye.
Peyamnêrê me got jî, Pêşmerge rûbirûyî êrîşê bûn û li gor zanyariyên destpêkê şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.
Got jî Pêşmerge bi rêya kamereyên çavdêriyê ji tevgerên çekdarên DAIŞê li deverê agahdar bûn û amadekariyên pêwîst girtibûn.
Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de piştrast kir, çekdarên DAIŞê îşev êrîşî ser Fewca 2 a Lîwaya 9 a Piyade ya Wezareta Pêşmerge kir û di encama berevaniyeke bêwêne de, Pêşmergeyek şehîd bû û 3 Pêşmergeyên din birîndar bûn.
Diyar kir jî, hêzên Pêşmerge êrîşa teroristan pûç kir û niha jî hêzên Pêşmerge li ser lêgerîn û dûçûna terorîstan berdewam in