Zanyarî derbarê koçberên di kenala Îngilîzî de xeniqîne tê aşkerekirin
Roja 24ê Mijdara 2021ê belema koçberan li Kenala Îngilîzî bin av bû, piraniya kesên di belemeyê de bûn, Kurd bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê derbarê koçberên di kenala Îngilîzî de xeniqîne de radigihîne, piştî temambûna lêkolînan û aşkerekirina nasnameyên wan, dê termên wan vegerînin Herêma Kurdistanê.
Roja 24ê Mijdara 2021ê belema koçberan li Kenala Îngilîzî bin av bû, li gorî rizgarbûyekî wê bûyerê, dora 30 kesî di belemeyê de bûn û piraniya wan Kurd bûn.
Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand, heta niha termê 27 koçberan hatine dîtin û ne diyar e ji wê hejmarê çend kes Kurd û xelkê Herêma Kurdistanê ne.
Diyar kir jî, termên koçberan niha li beşa Bijîşka Dadî ya bajarê Lille ne û du tîmên bijîşkî yên pispor lêkolînan li ser terman dikin.
Derbarê vegerandina termên koçberên ku xelkê Herêma Kurdistanê ne de, Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê diyar kir, her dema bi riya pişknînên taybet re, nasnameya terman bê zanîn, wê demê belgnameya mirinê dê bidin û term dê bêne vegerandin.
Destnîşan kir jî, Balyozê Iraqê û Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê hevahengiyê bi polîs û Wezareta Dadê ya Fransayê re dikin, ji bo aşkerekirin nasnameyên qurbaniyan û vegerandina termên wan.