21 mamosteyên endamê EGÎTÎM-SENê ji kar hatin derxistin

Hêzên asayîşê rê nedan ku mamoste daxuyanıyê bidin

Diyarbekir (K24) - Piştî ku 21 mamosteyên endamê Sendîqeya Perwerdeyê ji kar hatin derxistin, mamosteyan û nûnerên sendîkayan xwestin daxuyanî bidin lê hêzên asayîşê rê nedan ku daxuyanî were dayîn û dora wan hat dorpêçkirin.

Ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê Ya Tirkiyeyê ve di çarçoveya lêpirsînê de 21 mamosteyên ku endamê Sendîkeya Perwerdeyê EGÎTÎM-SENê ne ji kar hatin derxistin û sedem jî wek têkiliya bi rêxistina neyasayî re hat nîşandan.

Li ser vê yekê mamosteyên hatine derxistin û nûnerên sendîqayan xwestin li Taxa Ofîsê daxuyaniyek bidin çapemeniyê lê hêzên asayîşê dora wan girt û rê neda daxuyanî were dayîn. Li ser vê yekê girseyê di nava dorpêçê de daxuyanî da û bi barîkatan rê li ber çapemeniyê hat girtin ku dîmenên dema daxuyaniyê bikêşin.

Mamoste û nûnerên sendîkayan piştre derbasî avahiya sendikeya perwerdeyê bûn û liv ê derê daxuyanî dan. Hevseroka KESKê Şûkran Kablan Yeşîl di daxuyaniyê de amaje kir ku wezaret bi kiriyarên keyfî mamosteyan ji kar diavêje û ew vê yekê qebul nakin.

Bal hate kêşan ku mamosteyên ji kar hatine avêtin di dadgehê de bêtawan hatine dîtin û wezaret berovajiyê vê yekê tevdigere ku ev yek ji aliyê îdarî û hiquqî ve rewşeke nankok e.